ŞIRNAK
Waliyê Şirnakê Hasan Îpek, li Beytuşşebabê lêkolîn kirin. Walî piştî lêkolînan digel Qaymeqam Mehmet Fevzî donmez, beşdarî dawetê bû û bi welatiyan re govend girt.
Walî Îpek ji bo lêkolînan çû navçeya Beytuşşebabê, li vir digel Fermandar Tumgeneral Alî Dogan û Qeymeqam Mehmet Fevzî Donmez hevdîtin kir û bi welatiyan re sohbet kir.
Welatiyan gilî û gazincên xwe bi Walî re parve kirin û diyar kirin ku li navçeyê ceyran û bijîşk tunene, li ser vê yêkê Walî jî got ji bo çareserkirinê dê hewl bide.
Walî Îpek û yên beranberî wî hatibûn, beşdarî daweta Arzû Guzel û Sitar Ozturk ya li quntara Çiyayê Qatoyê hat kirin, bûn.
Walî Îpek, li vir bi welatiyan û bûk û zava re govend girt.
Walî Îpek zêrek xelat da bûk û zavê.