STRASBOURG
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland bûyerên terorê yên li Tirkiyeyê şermezar kir.
Li gor daxuyaniya Konseya Ewropayê, Jagland ji bo bûyerên terorê û êrîşên li ser partiyên siyasî peyam weşand.
Jagland di daxuyaniya xwe da wiha got: "Bûyerên dawîn ên li Tirkiyeyê dibin sedema metirsiyê. Ez êrîşên li ser hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ku mirin çêdibin, bi tundî şermezar dikim. Ez sersaxiyê ji bo kesên ku di bûyerên tundiyê da mirin, dixwazim."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê jî zirarê didin îstiqrar û demokrasiyê.
Jagland bangî rayedarên Tirkiyeyê kir ku ji bo parastina welatî û demokrasiyê çi ji destê wan tê bikin.