ANKARA
Li gelek bajaran ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê ya ku li Hekarî û Îdirê li dar xist, gelek esker û polês cangorî bûn ve çalakî hatin kirin.
Ji ber êrîşên PKKya rêxistina cudaxwaz li Hekariyê 16 esker û û li Îdirê jî 13 polês şehîd ketin û ji ber vê yekê jî li gelek rageşî derket û çalakiyên berteknîşandanê, yekîtî û bihevrejiyanê hatin lidarxistin lê bi saya banga eqlêselîmiyê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, CHP û saziyên civakî yên sivîl dan ve bi aramî derbas bûn.
Welatiyên ku li gelek bajaran çalakî li dar xistin êrîşî ser avahiyên HDPê yên bajar û navçeyan kirin, tabelayên partiyê jê kirin, zirar dan avahiyên partiyê û alayên Tirkiyeyê li wan deran daliqandin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku ji bo arambûna çalakiyên bertekê da de bal kişand ser xabetên ku birêve dibin û got: "Hêzên me yên ewlehiyê û teşkîlata me ya edaletê bi xebatên xwe ve wê vê rêxistinê biqedînin. Êşa şehîdên me çawa ku kezeba me dişewitîne di heman demê de ji bo têkoşîna ku em didin jî hêzeke pir xurt e. Me tu car destûr neda ku rihê wan ezap bibîne û emê nehêlin jî. Ez bi taybetî ji welatiyên me rica dikim ku bila eqlêselîmiya xwe û metaneta xwe biparêzin. Ev têkoşîn bi tenê li dijî teror û terorîzmê tê dayîn. Ew kesên ku li pey nanê xwe ne û tu eleqeya wan bi terorê re tuneye dema ku zirarê bibînin heman wek şehîdên me wê me biêşîne."
Serokomar ji welatiyan xwest ku bila piştgiriyê bidin hêzên ewlehiyê û di sepandina hiqûqê de alîkar bin û destûrê nedin tahrîk û provakasyonan.
- "Armanca terorê ew e ku fesadî bike nav birayan"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û merasima ku li Wanê ji bo şehîdan hat lidarxistin bi bîr xist û got ku ewladên alaya sor li wan pêçayî bi lawijên kurdî, tirkî û erebî ve hatin oxirkirin û wiha pê de çû: "Min li Wanê careke din dît ku hemberî terorê hemû miletê me mil da hev. Di têkoşîna hevpar a ku li hemberî terorê em birêve dibin de bihevrebûna me xurttir dibe."
Davutoglu bangî gel kir û ragihand ku armanca terorê ew e fesadiyê bixe nav birayan û wan ji hev biqetîne.
Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî jî di daxuyaniya xwe de ji welatiyan xwest ku bila çalakiyên xwe di çarçoveya mafên demokratîk de bikin û ji tevgerên li dijî hiqûq û demokrasiyê nemeşînin.
Sekreterê Giştî yê CHPê Gursel Tekîn û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Tekîn Bîngol jî giştînameyeke ji hemû serokatiyên CHPê yên bajar û navçeyan re şandin û destnîşan kirin ku çalakiyên terorê yên li hemberî yekîtî û bihevretiya li dijî biratiya gelên Tirkiyeyê zêde bû û li hemberî van tevgerên hanê çalakiyên tên kirin divê nebe sedema cihê bûn, ji hev qetîn û provakasyonê.
Saziyên Civakî yên Sivîl jî di daxuyaniyên xwe de bi taybetî xwestin ku çalakiyên tên kirin nebin sedema provakasyonan û bi eqlêselîmî bên kirin.