18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
SÎÎRT
Kurdên ji Sûriyê yên ku xwe spartine Tirkiyê ji ber alîkariyan minetdariya xwe anîn ziman.
15 malbatên kurd ên ku ji ber şerê navxweyî û gefxwarinên rexistina terorê PYDê ji Qamişlo, Heleb û Kobanê hatine Tirkiyê, li Sêrtê hatin bicihkirin.
Ji penaberan Mihemed Elî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew bi salan di bin zilma Esed de jiyane û niha jî PYD wan qebûl nake.
Elî got ku ew ji Helebê hatine û ji ber alîkariya dewleta Tirkiyeyê û gelê Sêrtê kêfxweş in.
Elî wiha axivî: "Beriya şer li Sûriyeyê ji ber ku em kurd bûn di saziyên dewletê de wezîfe nedidan me. Ji ber wê 20 sal ez li Şamê di şirketeke taybet de xebitîm. Ji ber şerê navxweyî em li Helebê bi cih bûn. Ji ber gefxwarinên PYDyê me xwe spart Tirkiyeyê. Dewleta Tirkiyê li me xwedî derdikeve. Êdî me hêviya xwe ji Sûriyeyê birî. Lewra me tu caran şewqat ji wê nedît. Ji ber gefxwarinê em hatin Tirkiyeyê."
- "Ev meseleya tirk, kurd û ereban nîne"
Serokê Komeleya Qasidên Dildar Murat Coşar jî got ku çawa ku PKK li herêmê zilmê welatiyên kurd dike, PYD jî li Sûriyeyê zilmê li kurdan dike.
Coşar got ku ew kesên ku ji Sûriyeyê hatine hemûyan re alîkariyê dikin û wiha axivî: "Rûsya li herêmê piştgiriyê dide PKKê û dixwaze aloziyeke navxweyî çêbibe. Li Sûriyê jî piştgiriyê dide PYDê. Em vê dizanin. Em xwedî hemû welatiyên Sûriyê yên ku ji ber zilma Esed û PYDyê direvin, derdikevin. Ev jî nîşan dide ku dijminên me yek e. Ev meseleya tirk, kurd û ereban nîne. Armanca wan ew e ku yekîtiya misilmanan a Rojhilata Navîn xirab bibe. Em dixwazin şer heman xilas bibe û gelê Sûriyeyê jî azad bijî."