ŞANLIURFA
Ji ber ku li Tel Ebyada Reqayê û li Eyn el-Ereba Helebê di nabeyna DÎŞI û hin hêzên kurdan de pevçûn diqewimin, kurdên Suriyeyê xwe dispêrin Tirkiyeyê.
Penaber ji xeta sînor a li Sirûca navçeya Rihayê derbasî Tirkiyeyê dibin. Penaber an li cem xizmên xwe bi cî dibin an jî bi destê Rêvebirina Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) li Sirûca navçeya Rihayê tên bicîkirin.
Li gor agahiyê AFADê di nav hefteyekê de 140 hezar penaber derbasî Tirkiyeyê bûn.
Naîle Ebdiya 70 salî ya ku ji gundê Qeremuka Kobanê ye û tevî malbata xwe xwe sipart Tirkiyeyê destnîşan kir ku bi hezaran kes ji cî û warên xwe bûn û welatê xwe terikandin.
Xalid Şukrî jî got ku ji gundê Şiftekê tên û wiha axivî: "Me mal û heywanên xwe, hemû tiştên xwe hiştin û em reviyan."