ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Yildiz Maseya Vejenê ya Anadolu Agencyê (AA) vekir û di Maseya Vejenê ya AAyê de pirsên der barê rojevê de bersivand.
Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk pêşwaziya Yildiz kir. Wezîr Yildiz Maseya Vejenê ya AAyê vekir û bû mêvanê yekem ê Maseya Vejenê ya AAyê.
Ozturk Termînala Vejenê ya AAyê bi Yildiz da nasîn û got ku di avakirina termînalê de ji nav 1500 kesî 30 kes hatin hilbijartin û wiha got: "Nûçegihanên vejenê piştî perwerdeyê bi îngilizî nûçeyan dinivîsin û bala nûçegihanên vejenê ya li ser sektora vejenê zêde dibe."
Yildiz li ser pirsa ku kontrola çavkaniyên vejenê ketine destê DÎŞIyê de destnîşan kir li dewletên ku stabîlîzasyona siyasî xera dibe de rewşa çavkaniyên vejenê girîngtir dibin û got ku li bakurê Iraqê û Sûriyeyê jî rewş wiha ye.
Yildiz diyar kir ku li herêmê hin bîrên neftê û rafînerî ketine destê DÎŞIyê û got hin bîr û rafînerî ji hêla DYAyê ve hatin bombekirin.
Yildiz destnîşan kir ku sedema aloziya siyasî ya li van dewletan ne Tirkiye ye û wiha axivî: "Tişta ku dikeve ser milên Tirkiyeyê ew e ku nehêle DÎŞI were fînansekirin. Li dijî Tirkiyeyê taybetî ev mehek e di çend mijaran de niheqî li Tirkiyeyê hat kirin. Yek nefta DÎŞIyê û din jî hat îdiakirin ku Tirkiye sotemeniya jetan difroşe Îsraîlê. Wekî din jî hat îdiakirin ku Tirkiye santralên nukleer ava dike û bombeya atomê çêdike. Ev 3 îdia ji binî derew in. Tirkiye dewleta hiqûqê ye û li derveyî hiqûqê tevnagere. Li gor peymanên ku li Bexda û Bakurê Iraqê re hatine çêkirin tevdigere."
Yildiz diyar kir ku bi Wezîrê Ceyranê yê Iraqê Qasim Fehdawî re li ser mijara ceyranê jî axivîne û wiha got: "Ev projeyeke hevbeş e. Wê sektora taybet li başûrê Bexdayê santraleke 3 hezar megavatî ava bike û înşaellah em ê ji bo vê merasima îmzeyê çêbikin. Ev him ji bo me û him jî ji bo Iraqê baş e."
Li ser pirsa "Têkiliya di navbera Tirkiye û Bakurê Iraqê de çawa dimeşe, di navbera Bakurê Iraqê û Tirkiyeyê de pirsgirêk heye yan na?" de wiha axivî: "Talûkeya DÎŞIyê li wir îstiqrara siyasî xera kir. Ev rastiyek e, lê alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo Bakurê Iraqê wê dewam bike. Îro ji ber ku Bexda para Hewlêrê ya ji budçeyê nade Hewlêr aciziya xwe nîşan dide. Piştî ku Rafîneriya Beyciyê ket destê DÎŞIyê der barê neftê de Nêçîrvan Barzanî ji daxwaz kir û me jî got ku em dikarin bibin alîkar. Der barê vê de jî sewqirin didome. Hewlêr demên dijwar derbas dike, lê wê Hewlêr li herêmê bibe bajarekî herî pêşketî, tenê divê bêîstiqrariya siyasî ji holê rabe."
Wezîr Yildiz der barê ceyrana qaçax de jî destnîşan kir ku li herêmê ev xizmet bi destê sektora taybet tê dayîn û wiha dewam kir: "Ji xeynî kesên ku deynê xwe nedane pirsgirêk tuneye. Hin kes dixwazin provakasyonan bikin. Em ceyranê didin cotkar, pîşesaz û kargehan. Ev mafê 77 milyonî ye û divê em biparêzin. Ev heqê dewletê ye."
AA ji bo ku têkeve nav 5 ajansên herî girîng ên dinyayê bi lez pêş ve diçe, demekê berê jî cara ewil Termînala Nûçeyên Vejenê (AA Energy News Terminal) vekir. AA peşveçûnên kûrewî û neteweyî ji nêz ve dişopîne û niha jî armanca wê ew e ku di nûçeyên vejenê de jî pêş keve. AA bi tecrûbeya xwe ya 94 salan ve ev salek e li ser Termînala Nûçeyên Vejenê dixebite û ji 9ê îlonê vir de jî weşana ceribandinê dike. AA weşana ceribandinê ya Termînala Nûçeyên Vejenê li ser malpera bi navnîşana ''www.aaenergyterminal.com''ê didomîne. Weşana ceribandinê yê demekê dîsa dewam bike.