Polêsan pêşiyê Şaşmaz bi kuştinê tehdît kirin û paşê dîtin ku Şaşmaz dev ji karê xwe bernade û dîmenan dikişîne, xwe avêtin ser wî û ew li erdê dirêj kirin. Polêsan dû re pêlî pişta wî kirin û bi kelepçeya pilastîk ve destê wî kelepçe kirin. Şaşmaz bi qasî 5 saetan di hucreyê de hat girtin û paşê serbest hat berdan.
Şaşmaz ber bi êvarê li ser kolana Florîssantaya ku li taxa Fergusonê, pevçûnên di navbera polês û çalakvanan de dişopand. Dema dît ku polêsek xwe amade dike ku bi fîşenga pilastîk ve êrîşî çalakvanekî bike, Şaşmaz hinekî nêzîktir dîmen dikişandin.
Lê belê polês berê xwe da Şaşmazê nûçegihanê AAyê û wiha tehdît kir, "Heke tu careke din dîmenên min bikişînî ez ê te bikujim." Lê belê Şaşmaz di nav pevçûnên çalakvan û polêsan de dîsa jî wezîfeya xwe bi cîh anî.
Piştî demekê çalakvanekî şûşeyek avêt polêsan û tevlihevî çêbû. Şaşmazê ku wezîfeya xwe dikir û dîmen dikişand di navbera çalakvan û polêsan de ma. Polês di ser Şaşmaz de qêriya û got: "Min ji te re negot paş ve bikişe?"
Şaşmaz ragihand ku piştî vê gotinê polêsekî din ew girt û avêt erdê û wiha pê de çû: "Polêsekî ez avêtim erdê. Ji cil û bergên min, ji makîneya min ji xwe eşkere bû ku ez rojnamevan im. Ji bo ku bizanibin ez nûçegihan im, ez qêriyam û min got "çapemenî, çapemenî." Lê belê polêsan demildest dora min girtin û ez li ser çokan dam rûniştandinê. Min li ber xwe neda û min destê xwe da li pişt xwe. Lê ji ber ku bi awayekî tund mudaxale kirin, ez li ser çokên xwe ketim û çoka min xwîn bû."
Destê xwe dirêj kirin ku makîneya min ji destê min bigrin, lê min jî hişk bi makîneya xwe girt. Polêsekî destê min bi kelepçeya plastîk ve kelepçe kir. Du-sê polêsan jî xwe avêtin li ser min. Ez li erdê dirêj kirim û derketin li ser min. Pişt re bi lez min ji erdê rakirin. Makîneya min şikest, objektîfa min ji çentê min pekiya û kete erdê. Kelepçeyê bazindên min êşand. Min birin û xistin erebeyeke piçûk a ku çalakvan tê de bûn. Ez saet û nîvekê di wir de mam."
Piştî binçavkirinê, Şaşmaz birin navenda binçavkirinê ya ku bi taybetî hatibû avakirin û paşê jî ew birin qereqolê. Li ser û guhê Şaşmaz geriyan. Hemşîreyekê der heqê Şaşmaz de rapor girt û paşê ew avêtin nezaretê. Piştî 5 saetan Şaşmaz serbest hat berdan.
- Polêsên Amerîkayê medya xistiye hedefa xwe
Li Fergusona taxa St. Louîsa bajarê eyaleta Mîssouriyê, 9ê tebaxê roja şemiyê polêsekî DYAyê yê çêrmspî û paşê navê wî wek Darren Wilson hat eşkerekirin, xortekî reşîk ê bi navê Michael Brown (18) kuştibû. Li ser vê yekê welatiyan li tevahiya welêt çalakî li dar xistibûn. Waliyê Mîssouriyê derketina kolan û kuçeyan qedexe kiribû, lê belê çalakvanan guh nedabû vê biryarê û çalakiyên xwe domandibûn. Polêsan jî bi gaza îsotê û fîşengên plastîk ve êrîşî çalakvanan kiribûn, ev dîmen û wêneyên ku mudaxaleya polêsan nîşan didin, di hemû çapemeniya dinyayê de hatibûn nîşandan. Li ser medyaya civakî de jî bi navê "Destên min li ser sêrê min in, min nekuje", "Heke edalet tunebe, aştî jî tuneye" kampanya hatibûn lidarxistin.
Nûnera Azadiya Medyayê, Teşkîlata Hevkariyê û Ewlekariyê ya Ewropayê Dunja Mijatovîç, duh di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha gotibû: "Ez dixwazim ku nûçegihên ku bûyerên Fergusonê dişopînin bi awayekî azad û bi ewle nûçeyên xwe çêbikin û bixebitin."
Di daxuyaniyê de behsa girtina nûçegihanê wêneyan ê Getty Imagesê Scott Olson, Nûçegihanên alman ên bi navê Ansgar Graw û Frank Herrman jî hatibû kirin û hatibû gotin ku ew pişt re hatine berdan. Dîsa di daxuynaniyê de hatibû gotin ku polêsan xaza îsotê li ser nûçegihanê Washîngton Postê Wesley lowery, nûçegihanê Huffîngton Postê Ryan J. Reîlly û kesekî ji televîzyona El Cezîreyê reşandiye û ew binçav kirine.