ÎDIR
Li Îdirê bi tenê jin li "Bazara Kedê" ya ku ji bo wan hatiye avakirin tiştan difroşin.
Bazar bi destê Şaredariya Îdirê ve li navenda bajêr hat avakirin û kevaniyên ku li malên xwe tiştan çêdikin tînin li bazarê difroşin.
Bi saya bazarê, jinên ku li mala xwe reçel, rişte, hêkî û gelek tiştên din çêdikin li dezgehê ku ji wan re hatiye amadekirin pêşkêş dikin û bi vî awayî ji bo mala xwe pere qezenc dikin.
Esnafa bazarê Gulsum Nûrdagê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew bi saya bazarê êdî betal nasekinin û destkirên xwe tînin difiroşin.
Nurdagê destnîşan kir ku li Îdirê cihekî jin bikaribin lê bixebitin tuneye û wiha dewam kir: "Niha cihekî ku em bikaribin lê kar bikin heye. Em jî li vê derê tiştên ku bi destê xwe çêdikin difroşin."
Stare Guneş a ku di heman bazarê de esnaf e jî ragihand mêrê wê ji bo xebatê destûr neda lê di vê bazarê bi tenê jin hene û wiha dewam kir: "Di vê bazarê de bi tenê jin hene û mêrê min jî wisa qanî bû. Tiştên ku em li malê çêdikin tînin û li vê derê difroşin. Em him alîkariya mêrê xwe dikin û him jî pereyê ku qezenc dikin wek xercane jî didin zarokên xwe."