01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
ANKARA
Li 32 bajarên li Rojhilatê ji bo hilbijartina parlementeriyê dengdayîn qediya.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) li bajarên Rojhilatê ji bo dengdayînê saetên 07.00 û 16.00ê destnîşan kiribû.
Li gor vê li Adiyeman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîentab, Gîresûn, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletî, Kahramanmeraş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê dengdayîn di 07.00an da dest Pê kir û di 16.00an da qediya.
Welatiyên ku di vê demê da ray neavêtin, piştî ku serokê lijneya sindoqan hejmaran tesbit kir, wê ji bo raydayînê destûrê bide.
Li bajarên din û deriyên gumrikê dengdayîn di saet 17.00an da diqede.