Günay Nuh,Yusuf Ayas,Abdullah Söylemez,İlhami Erkılıç,Hüseyin Demirci
27 Sibat 2025•Rojanekirin: 28 Sibat 2025
Li Erzirom, Erdexan, Agirî û hin herêmên Qersê ketina berfê dewam dike.
Li Erziromê germa hewayê bişev 13 pile di binê sifirê da hat pîvan, camên wesayîtan qeşa kişandin, bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan.
Welatiyan ji bo ku ji sermayê biparêzin, betanî li wesayîtên xwe wer kirin.
Li navçeya Şenkayayê jî berf ket.
Bi ketina berfê ra navçe spîçîl bû û ji ber ku cî bi cî qeşa û qerm çêbû, di çûyîn û hatinê da tengasî derket.
Li ser rêya Erzirom û Erdexanê texma Degîrmenlîdereyê ji ber cemedê TIR di rê da man û bi alîkariya traktorê hatin xelaskirin.
Ekîbên rêbejan di rêyan da berf avêtin.
Li Erdexanê jî berf ket.
Li Agiriyê jî sir û seqem dewam dike.
Li bajêr çem û robar qerimîn û camên wesayîtan jî qeşa kişandin.
Bişev li Sarîqamişa navçeya Qersê germa hewayê 22 pile di binê sifirê da hat pîvan. Li navçeyê camên xanî û kargehan qeşa kişandin û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
Li navçeyê Robarê Acisuyê bi temamî qerimî, ekîbên Şaredariya Sarîqamişê berfa ser peyarê û kolanan verotin û paqij kirin.