Yunus Hocaoğlu
30 Îlon 2021•Rojanekirin: 30 Îlon 2021
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê tavî tê payîn.
Li gor daxuyaniya ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî be. Ber bi nîvroyê va wê li der û dorê Erdexan, Erzirom û bakurê Erzincanê tavî hebe û piştî nîvroyê jî li seranserê herêmê wê tavî hebe.
Germahiya hewayê wê li gor asta demsalê di navbera 1 û 3 pileyan da wê dakeve û ba jî ji alî bakur va pişek nerm û car caran jî wê bi lez bê.
Di nav rojê da germahiya herî zêde li Îdirê 25, Agiriyê 22, Erzincanê 19, Erziromê 16, Qersê 13 û Erdexanê jî 12 pile tê payîn.