Sertaç Bulur
30 Îlon 2021•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2021
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku terorîstekî di operasyona Eren-13ê da li herêma Bestler/Derelerê hatibû berterefkirin qaşo berpirsyarê eyaleta Botanê ye û navî wî jî Mehdî Uysal e û bi navê "Zagros Cudî" tê zanîn.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat bibîrxistin ku di 22yê îlona 2021î da li Bestler/Derelara herêma Şirnexê operasyon hatibû kirin û di operasyonê da 2 terorîst hatibûn berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji wan terorsîtan yek hat tesbîtkirin ku Mehdî Uysalê bi navê "Zagroz Cudî" tê zanîn e û qaşo berpirsyarê eyaleta Botanê bûye. Hat destnîşankirin ku terorîst di kategoriya gewr a terorîstên lê digerin da cî digirt û ji bo wî 500 hezar lire xelat hatibû danîn.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku vî terorîstî di salên 2015-2016an da li Îsmetpaşaya taxa Şirnexê di çalakiyên çal û hendekan da roleke meizn lîstiye. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li herêmê operasyonên ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya welatiyan bi piştgiriya gel va bê navber ew ê dewam bikin."