Haydar Şahin
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Hat ragihandin ku li 6 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê şiliyê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, texmîn dikin ku li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Erzincan û Îdirê baran bibare.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 9, li Erzincanê 8, li Erdexanê 5, li Agirî û Erziromê 4, li Qersê 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 21, li Erzincanê 17, li Qersê 16, li Agirî û Erdexanê 14, li Erziromê 13 pile be.