İsmail Hakkı Demir
14 Tebax 2021•Rojanekirin: 15 Tebax 2021
Li Erzirom, Erzincan, Erdexan, Qers, Tuncelî, Agirî û Îdirê tê payîn ku tevlî baranê wê taviya bibirqetav jî hebe.
Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê di daxuyaniya weşand da ragihand ku tê payîn li herêmê hewa wê ewrayî û pir ewrayî be.
Ji danê nîvrojê pê va wê li Erzirom, Erzincan, Erdexan, Qers, Tuncelî, Agirî û Îdir û dor û berên wan awayek herêmî wê baran û taviya bibirqetavê hebe. Tê payîn ku baran wê li Erzirom, Qers û Erdexan û der û dorê wan bi bandor be.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur û rojhilatê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdirê 33, Agiriyê 31, Erzincanê 29, Tunceliyê 27, Qersê 26, Erziromê 21 û Erdexanê jî 20 pile be.