Ahmet Aydın
02 Îlon 2020•Rojanekirin: 03 Îlon 2020
Wezareta Navxweyî bi taîlmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji walîtiyên 81 wîlayetan re bi mijara "Tedbîrên Kovîd-19ê" giştnameyeke îlawe şand.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya wezaretê, bi giştnameyên ku beriya nuha ji walîtiyan re hatibûn şandin, ji lijneyên parastina tendirustiyê yên wîlayet û navçeyan hat xwestin ku sînordarkirinên bên cîgirkirin.
Li gorî giştnameyê, dê çalakiyên weke dawetên kolanan/gundan, daweta sunetkirinê, şeva hineyê, nîşanê ku li 14 wîlayetan, Adana, Agirî, Enqere, Bûrsa, Çorum, Diyarbekir, Erzurum, Gazîentab, Kayserî, Konya, Mêrdîn, Şanliurfa, Wan û Yozgat, hatibû qedexekirin, dê li seranserê welêt bê qedexekirin.
Di giştnameyê de cih ji bo van biryaran hat dayîn:
Dawet dê bi şêweya merasima nîkahê bên kirin, dawet û nîkah herî zêde dê di saetekê de bên qedandin. Di nîkahan de dê destûra govend û dansê, herwiha tevî xwarina bi komî, dê îkrama xwarin û vexwarinan neyê dayin. Yên 65 salî û mezintir tevî zarokên ji 15 salan biçûktir ên ku bi asta yekem û duyem ne xizmên bûk û zavê bin, dê nikaribin beşdarî merasiman bibin.
Di merasimên nîkahan de dê herî kêm wezîfedarekî kamûyê bê erkdarkirin û dê giraniyê bidin çalakiyên teftîşê.