Ahmet Aydın
02 Îlon 2020•Rojanekirin: 08 Îlon 2020
Mihemed bebekê 14 mehî yê ku ji zikmakî pê û çengên wî tune ne û bi talîmata Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu ji Îdlibê anîn Tirkiyeyê, ji bo mueyenê li Hatayê birin nexweşxaneyê.
Mihemedê bebek yê ku digel malbata wî anîn Tirkiyeyê, ekîbên AFADê ew gihandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Zanîngeha Mustafa Kemal.
Mihemed dê li wêderê bê mueyenkirin û testên wî ji bo protezan dê bên kirin.
Wezîfedarên Rêveberiya Tendirustiya Wilayeta Hatayê ya girêdayî Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî jî serdana Mihemedê bebek kirin û digel malbata wî axivîn.
Xalid Miseytifê bav di daxuyaniya xwe de, ji ber wê rewşê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Spas bo Tirkiyeyê, banga me pişt guh nekir û di demeke kurt de hiştin ku em bêne Tirkiyeyê. Nuha me Mihemed anî nexweşxaneyê. Em spasdarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û gelê Tirk in."