09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Şenol Kazanci di merasima ku li Navenda Giştî ya AAyê ji bo nûçegihanê AAyê yê Helebê Salih Mihemed Leylayê ku di êrîşa bombeyî de hat kuştin, hat lidarxistin de axivî û got: "Ev ji hêla me ve meseleyeke wisa ye ku me pir diêşîne."
Leyla di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya ku li navçeya Hireytanê ya hawirdora Helebê hat kirin de hat kuştin. Li Eywana konferansê ya AAyê ji bo Salih Mihemed Leylayê nûçegihanê AAyê yê Helebê bû merasima bîranînê hat çêkirin.
Midûrê Giştî yê AAyê Kazanci di merasimê de axivî û bi bîr xist ku Leyla 27 salî bû, teze zewicîbû û xanima wî jî ducanî bû û wiha pê de çû: "Xwedê rehma xwe li hevalê me bike. Ev ji hêla me ve meseleyeke wisa ye ku me pir diêşîne."
Kazanci destnîşan kir ku dema ew di têlevizyoneke taybet de dixebitî tevlî Alîkarê Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Metîn Mutanoglu ji bo lêkolîn û pêşveçûnên teknolojîk çûn têlevizyona El Cezîreyê ya li Qatarê û wiha pê de çû: "Li wê derê dema ku me digot wê qamera, barkovîzyon, dekor û gelek tiştên din nîşanî me bidin, lê wan em birin odeyeke gelekî biçûk. Midûrê El Cezîreyê yê beşa erebî got: 'Dibe ku hûn van tiştên hanê li derên din bibînin lê ev tişt bi tenê li vê derê heye.' cihekî ku dişibiya muzeyeke biçûk nîşanî me da. Li wê derê kaskekî qul, qamera û yan jî makîneya wênekişandinê ya ku xwîn peşikiyayê û çekbendek hebû. Ji me re got 'tiştê ku El Cezîreyê ji têlevizyonên din ên nûçeyan vediqetîne ne teknolojî û pere ye, ev tişt in. Bi me re ev hene.' Ez niha bi xemgînî dibêjim ku bi xebatkarên me re jî ev hest heye û ew xebatkarê me jî xwediyê wê şanazê ye."
Rêvebirê Weşana Nûçeyên Navneteweyî Omer Faruk Tokat jî li ser navê AAyê got ku Xwedê Leyla bi rehma xwe şa bike û wiha dewam kir: "Dema ku xebera bûyerê ji me re hat û pê ve Midûrê me yê Giştî Kazanci û Alîkarê Midûrê me Metîn Mutanoglu di serî de hemû beşên me û rêvebirên me bi meseleyê re eleqedar bûn. Midûrê me yê herêma Gazîantebê niha bi malbata Leyla re eleqar bûye. Em camîaya Anadolu Agencyê vê roja înê ku Xwedê diayan qebûl dike hêvî dikin Xwedê wî bi rehma xwe şa bike û sebrê bide hemû camîaya Anadolu Agencyê."
Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî Ahmet Sel jî ragihand ku îro ji rojên xerab ên karê rojnamegeriyê yek e û wiha dewam kir: "Me pir zêde qîmet dida hevalê xwe Leyla, lewra ew ji bo beşa Xeberên Dîtbarî gelekî girîng bû û ji Rojhilata Navîn di nav şert û mercên gelek zor û bi zehmet de ji bo me wezifeya xwe dikir."
Sel diyar kir ku di mihrîcaneke wênekêşên nûçeyan ên bi nav û deng ya ku ji çar aliyê dinyayê beşdarî hebûn de wêneyên bûyerên li Helebê qewimîbûn û bi destê Leyla hatibûn kişandin gelekî hatin acibandin û nêzî 10 hezarî kes rabûn piya û ji bo wî li çepikan xistin.
Kordînatorê Nûçeyên Sûriyeyê Alî Demirê ku bi Leyla re dixebitî jî dema qala bîranînên xwe yên bi Leyla re kir ji ber girî nikaribû xeberbide û wiha got: "Ev 5 sal e ku ez bi Salih re dixebitim. Dema ku ji bo perwerdehiya nûçegihaniya şer gazî wî kiribûn hê jî zafayê heftekê bû niha wê sebiyê wî çêbibe. Ez nizanim çi bibêjim."