27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo Yasîn Boru û hevalên wî yên di çalakiyên 6-7ê cotmehê da ku bi hinceta DAEŞê hatin kirin, dema ku goştê qurbanan ên komeleyekê li feqîran belav dikirin hatin kuştin, merasima bîranînê hat kirin.
Yasîn û hevalên wî li ser gorên wan hatin bîranîn.
Bi destê Platforma Kerwana Şehîdan, li ser navê Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya Derê yê ku PKKya rêxistina terorê ew kuştibû, ji bo Yasîn Boru (16), Hasan Gokgoz (26), Huseyîn Dakak (19) û Riyat Guneş dema ku goştê qurbanan ên komeleyekê li feqîran belav dikirin hatin kuştin, merasimek li dar xist.
Di destpêka merasimê de Qur'ana Pîroz hat xwendin û piştî vê Omer Çelîkê Serokê Platforma Kerwana Şehîdan axivî. Çelîk got, ciwanên me yên ku sala par di Eydiya Qurbanê de li ber deriyê feqîran geriyan û li wan goştê qurbanê belav kirin, bi destê kesên hov ku ji însanetiyê nesîbê xwe negirtine, bi awayekî hovî hatin qetilkirin.
Çelîk got ku Boru û hevalên wî di balkonên avahiyan de avêtin xwarê, wan kêrkirin, ev jî têrê nekir bi wesayitan di ser wan re derbas bûn, benzîn li cesedê wan kirin û şewitandin.
Çelîk destnîşan kir ku doza Yasîn dewam dike û wiha pê de çû:
"Bi hezaran saziyên civakî yên sivîl ji çar aliyên Tirkiyê hatin ku karê Yasîn û hevalên wî yê ku nîvco mabû temam bikin. Goştê Yasîn nikaribû bigihîne mirovatiyê ew digihîninê. Doza Yasîn û hevalên wî bi kuştina wan ve dawî nebû. Bi kuştina Yasîn ve, hejmara Yasînan zêde bû. Wekî Yasînan, ew me çiqas ji balkonan biavêjin, çiqas bi wesayitan di ser me re derbas bibin jî, ew ê doza me dewam bike."
Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA-PARê Vedat Turgut, Mehmet Huseyin Yilmaz digel malbata Yasîn Boru û malbatên hevalên wî beşdarî merasimê bûn.