Waliyê Adanayê Hûseyîn Avnî Coş diyar kir ku di tirekê de hezar û 200 heb serê rokêtan hat bidestxistin.
Coş diyar kir ku li ser îxbareke der barê hişbiran de operasyonek hat kirin. Di vê operasyonê de di tirekê de hezar û 200 heb serê rokêtan hat bidestxistin.
Coş daxuyand ku xebat dewam dikin û wiha got:
"Li ser îxbarekê di tirekê de lêgerîn hat kirin û di vê operasyonê de hezar û 200 heb serê rokêtan hat zeftkirin. Hevalên me niha dixebitin û berpirsyaran dişînin dadgehê. Der barê bûyerê de lêpîrsînêke bihûrgilî tê kirin. Ji bo hejmara kesên ku hatine binçavkirin em ji niha ve nikarin tiştekî bibêjin, hê zû ye. Hemû tişt tên lêkolîn."