Li Hakkariyê gundê Uzumcuyê leşkeran hişyariya "raweste" dane trimbêlekê lê ajotkar nerewestya û li ser vê, leşkeran trimbêl dane ber guleyan. Di wê xirecirê de mirovek û çawîşekî pispor hatin kuştin.
Di daxuyaniya Walitiya Hakkariyê de hat diyarkirin ku tîmên Fermandariya Cendermeyan a Uzumcuyê li ser îxbarekê, bi şev li ser rêya Hakkarî û Çukurcayê dest bi qontrolê kirin.
Di daxuyaniye da hat gotin kuleşkaran hişyariya "raweste" dane trimbêlekê lê ajotkar nerewestya û li ser vê, leşkeran trimbêl dane ber guleyan. Di daxuyaniyê de wiha hat dewam kirin: "Dema leşkeran gule berdan trimbêlê xirecir çêbû û di wê xirecirê de Çawîşê Pispor Erhan Yurudur (41) û Yucel Ertûşê di wesaîta hat hişyarkirin de birîndar bûn. Birîndar demildest rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hakkariyê. Lê tevî hemû mudaxaleyan birîndar nehatin xilaskirin û mirin.