Li Afyonkarahîsarê otobusa rêwiyan qelibî û di encamê de 33 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a ku plaqeya wê 42 UN 555 e ya ku Nîhat Gencer (36) diajot, li xaçerêya Degîrmendereya li ser rêya Afyonkarahîsar-Konyayê welgeriya refujê.
Piştî ku biqasî 20 mêtreyan şimitî otobus karibû bisekine û di encamê de ligel ajotvanê otobusê Gencer 32 kes birîndar bûn.
Hat zanîn tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda cuda yên li Afyonkarahîsar û rewşa du birîndaran jî xedar e.