AGRI
Li Çiyayê Tendûrekê di operasyonên li dijî rêxistina PKKyê de 7 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Agiriyê da wiha hat gotin: "Piştî ku çiyayê Tendûrek û Agiriyê ji bo 15 rojan wek Herêma Ewlehiyê ya Leşkerî ya Berwext hat îlankirin, di 9ê tebaxê de li Çiyayê Tendûrekê operasyon hat kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di operasyonên li dijî rêxistina PKKyê de 7 endamên rêxistinê hatin kuştin û operasyon dewam dikin.