ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "Kesên ku xwe dispêrin Qendîlê nikarin li dijî qetlîamên Qendîlê dengên xwe derxin. Divê ji bîr nekin, kesên ku xwe dispêrin gel wê bi ser bikevin. Tifaqa PKK-Paralelê ji têkoşîna dijî terorê aciz in."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê bûyerên dawîn, HDP û Rêxistina Paralel de wiha got: "Qendîlê gotiye, 'Em li dijî artêşê şer nakin, em li dijî AK Partiyê şer dikin.' Jixwe HDPyê jî hêza xwe ya li dijî AK Partiyê ji (tundî û tedayiya PKKyê) vir sitend."
Akdogan destnîşan kir kesên ku xwe dispêrin Qendîlê nikarin li dijî qetlîamên Qendîlê dengên xwe derxin û wiha got: "Divê ji bîr nekin, kesên ku xwe dispêrin gel wê bi ser bikevin. Tifaqa PKK-Paralelê ji têkoşîna dijî terorê aciz in. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî herduyan ji bo encamê hildin, zehf girîng e."