Türkan Tosun
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 28 Îlon 2019
Li Tutaxa navçeya Agiriyê berhevkirina kartolan dest pê kir.
Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr daxuyand li Karaagaça gundê li ser Tutaxê berhevkirina kartolan dest pê kir.
Hat gotin kartolên li ser qadeke 210 dekarî hatibûn danîn tên berhevkirin û ji serê her 10 dekarî jî nimûne tên hildan.
Hat daxuyandin rayedar wan nimûneyan dişînin Enstîtûya Lêkolîê ya Ziraî ya Diyarbekirê.
Midûrê Çandinî û Daristanê ya Bajêr Kenan Engîn got Agirî ji hêla hilberîna kartolan va li welêt xwedî cihekî girîng e.
Engîn got li gor daxwazê cureyên cuda yên kartolan dikarin bên berhevkirin û wiha axivî: "Kartol nebateke tê çapakirin e. Piştî wê çi bê danîn axa wê paqij û baş e dimîne."