Texsiya ku plakaya wê 65 HL 141 e û ji Wanê dihat Agiriyê, li taxa yuzuncu yila Agiriyê qelibî kêleka rê. Welatiyan hewl dan ku jineke du canî û 3 kesên din ji texsiyê derbixin. Di heman demê de pîkabeke bi 04 N 1202 plaqe li ser welatî û kesên birîndar de welgeriya. Dîsa di heman demê de texsiyeke bi 65 NN 721 plaqe jî li cihê qezayê qelibî.
Di qezayê de kesek mir û 3ê jê giran, 17 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê.