Türkan Tosun
04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Li Aksarayê otobêsa rêwiyan welgeriya şerampolê 41 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa şofêrê wê Omer Faruk K. û plaqeya wê 73 DK 446 li ser rêya Aksaray-Enqereyê di kîlometroya 57emîn da welgeriya şerampolê.
Di qezayê da 41 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan û hat ragihandin rewşa wan ne giran e.
Hat ragihandin otobês ji Cizîra navçeya Şirnexê diçû Stenbolê.