ANKARA/ÎSTANBUL
Endamên Platforma Hevkariya bi Gelê Misrê re li ber balyozxaneyên Îsraîl, Misr û DYEyê derbeya li Misrê protesto kirin.
Endamên Platforma Hevkariya bi Gelê Misrê re, bi diruşmeyên wek "Em bi rih û can bi te re ne Mursî", "Tank nikarin zora gel bibin", "Misir li ber xwe dide lê dinya bêdeng e" piştgirî dan gelê Misrê.
Endamên platformê, bi sloganên wek "Îsraîlê mêrkuj ji Rojhilata Navîn biqewire", "Bijî întifadaya kurewî" ji ber Balyozxaneya Îsraîlê ber bi Balyozxaneya Misrê ve meşiyan.
Alîkarê Serokê Sendîkaya Karmendan Metîn Memîş, diyar kir ku derbekerên Misrê, ji eleqaya Tirkiyê acîz in û wiha pê de çû: "Em ji bo piştgirîdayina demokrasiyê li meydanan in. Heta ku demokrasî bi ser keve em dê piştgiriyê bidin demokrasîxwazan. Ev derbe li hemberî gelê Misrê xayîntiyek e û rûmeta gelê Misrê binpê dike. Derbeker General Sîsî û Serokomarê berwext Adlî Mansur ji mirina misriyan berpirsyar in, divê ji bo vê yekê werin darizandin."
Endamên platformê piştî daxuyaniya çapemeniya ji ber Balyozxaneya Îsraîlê hatin ber Balyozxaneya YDEyê û sloganên wiha avêtin: "Ev der hêlîna mêrkujan e", "Xwîna mezlûman dê zaliman bixeniqîne"
Li Îstanbulê jî çalakiya piştgirîdayinê hat lidarxistin. Girseyek, piştî nimêja înê ji Mizgefta Fatîhê heta Parka Saraçhanê meşiya û li parkê daxuyaniya çapemeniyê da. Serokê Weqfa Maf û Azadiya Mirovan Bulent Yildirim, îdia kir ku derbeya li Misrê, bi piştgirîdayina hêzên navneteweyî hatiye kirin û wiha dewam kir: "Ji bo me berjewendî ne girîng in, biratî girîng e. Ez di vê mijarê de hikûmetê pîroz dikim. Êdî sînor neman, li hemberî zilmê me sînor rakirin. Helbet em alîgirê mazluman in."