Türkan Tosun
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ANTALYA
Li Antalyayê roja ewil a sala nû hewa ji ber ku germ e tûrîst ketin behrê û hinekan jî xwe li bin tavê dirêj kir.
Tûrîstên ku dîtin hewa xweş e li qeraxa Konyaaltiyê ketin behrê, kêfa av û tavê derxistin.
Sumer Erol Sariyê ku li Antalyayê tetîlê dike got qîmeta behrê, tavê û qeraxê di zivistanê de bêtîr tê zanîn û li qeraxa ku Beydaglari xuya dike kirina avjeniyê pir xweş e.
Tûrîstên biyanî jî ketin avê û avjenî kirin.
Rayedarên meteorolojiyê daxuyandin ku germahiya avê 18 pile ye û ji roja çarşemê pê va wê baran bibare.