MÊRSÎN / EDENE
Midûrê Emniyeta Mêrsînê Rahmî Baştug got ku di avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê de teqîn çêbû.
Baştug di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de got ku li gor agahiyên ewil tu kes di bûyerê de nemir û wiha dewam kir: "Teqîn di mitfaqa avahiyê de çêbûye. Teqîneke wisa ye. Ez jî vê gavê diçim cihê bûyerê."
Di teqîna li Seyhanê de jî du kes birîndar bûn.
Ji hêla din Waliyê Edeneyê Mustafa Buyuk di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku li odeya meqamê ya Serokatiya HDPyê ya Navçeya Seyhanê ya li ser Kolana Cemal Gursel, taxa Tepebagê teqînek qewimî.
Buyuk got ku li gorî encamên ewil 2 kes birîndar bûn û wiha xeberda: "Birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ji bo kifşkirina sedema teqînê û cureyê teqemeniyê xebatên me didomin."