ADANA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk der heqê teqîna avahiyên HDPê yên Edene û Mêrsînê de wiha got: "Me bi birêz Waliyê me, midûrê me yê emniyetê, fermandarê me yê cendirmeyan û serokê herêmê yê MÎTê re bûyer nirxand. Di destê me de hin agahî hene, lê vê gavê ne dirust e ku em eşkere bikin. Ji ber ku her du êrîş di heman demê de hatine kirin, ev balê dikşîne. Li Edenê 3 birîndar hene, em rewşa wan dişopînin. Ji bo vê êrîşê ekîbeke taybet hat çêkirin. Wezîfeya vê ekîbê bi tenê ew e ku vê bûyerê zelal bikin."