Mehmet Tosun
02 Hezîran 2024•Rojanekirin: 03 Hezîran 2024
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand ku li bakurê Iraq û Sûriyeyê tevahî 16 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya WPNyê da hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Tirk li herêmên Xakurk û Metînayê yên li bakurê Iraqê 14 PKKyî û li herêma Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê jî 2 terorîstên PKK/YPGyî berteref kirin.
Hat gotin ji bo ku teror di çavkaniya wê da bê tunekirin, operasyon wê bi biryarî dewam bikin.