Elif Küçük
02 Hezîran 2024•Rojanekirin: 02 Hezîran 2024
Li Kuçukçekmeceya navçeya Stenbolê avahiyeke 3 qatî hilweşiya, cesedê kesekî ji binê kavilan hat derxistin û 7 kes jî bi awayekî birîndar hatin xelaskirin.
Li Taxa Kartaltepeyê li ser xaçerêya Kolana Şaredariyê û Kuçeya Geçitê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn avahiyek hilweşiya.
Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên agirkuj, tenduristî, polês û AFADê çûn cihê bûyerê.
Kesekî ku bi derfetên xwe ji binê kavilan derket agahî da ekîban.
Piştî xebatan ekîban xwe gihand 7 kesên birîndar û ew hatin xelaskirin.
Cesedê kesekî jî ji binê kavilan hat derxistin.
- Daxuyaniya Walî Gul
Waliyê Stenbolê Davut Gul çû li Taxa Kartaltepeyê, cihê avahiyê hilweşiya lêkolîn kir û ji rayedaran agahî girt.
Gul piştî lêkolînê ji çapemeniyê ra diyar kir ku li Kuçukçekmeceyê di dora saet 08.40î da avahiyeke 3 qatî hema nişkêva hilweşiyaye û got li qata binî kargehek hebûye û qata jorê jî wek buro hatiye bikaranîn.
Gul daxuyand ku malbat li du qatên jorê dijiyan û wiha dewam kir: "Ewil bi serkêşiya AFADê ekîbên agirkujê û saziyên din ên pejirandî hatin cihê bûyerê. UMKE, agirkuj, şaredarî, tenduristî, polês û hemû saziyên me yên ku divê bihatina jî hatin. 7 kes bi birîndar hatin derxistin. Xebatên xelaskirinê dewam dikin. Li gorî agahiyên ewil, 2 kesên din jî di binê kavilan da ne. Hevalên me dixebitin. Niha kesekî mirî nehatiye tesbîtkirin. Jê 2 giran, 7 kes birîndar in û 5 kes jî normal in."
Walî Gul da zanîn ku avahî di sala 1988an da hatiye çêkirin û heta niha sedema hilweşînê nehatiye tesbîtkirin.
Gul diyar kir ku ew ê paşê dîsa agahiyan bidin û wiha got: "Serdozgerê me yê Komarê li cihê bûyerê ye, pêvajoya edlî û îdarî wê dewam bike. Ji bo me hemûyan derbasî be. Me tu agahiyek an jî îxbarek ya der barê teqemeniyê da negirt û tesbît nekir."