21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê di operasyon û xebatên girtina xendekan û rakirina barîkatan da endamên PKKya rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û di êrîşê da 2 endamên rêxistinê hatin kuştin.
Piştî ku Walîtiya Hekariyê qedexeya derketina derva îlan kir, hêzên ewlehiyê û cendirmeyan do bi şev li taxên Cumhuriyet û Gungorê derketin operasyonê ku xendekan bigirin û barîkatan rakin.
Di operasyon û xebatên girtina xendekan û rakirina barîkatan da endamên PKKya rêxistina terorê bi rokêtavêj û çekên lûledirêj êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û di êrîşê da 2 endamên rêxistinê hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşê da 2 polêsên di wesaîta bizirx da sivik birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku li herdu taxan qederê 50 barîkat hatin rakirin û gelek xendek jî hatin girtin.
Li navçeyê qedexeya derketina derva û operasyon dewam dikin.