Cankut Taşdan
09 Gulan 2022•Rojanekirin: 10 Gulan 2022
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, 12 terorîst hatin berterefkirin ku guleyên tacizê berdan herêmên Kaniya Aştiyê, Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê.
Di daxuyaniya li ser hesabê wezaretê yê medyaya civakî da wiha hat gotin, "Bi midaxeleya serkeftî ya komandoyên me va 12 terorîstên PKK/YPGyî yên din jî hatin berterefkirin ku guleyên tacizê berdan herêmên Kaniya Aştiyê, Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê."