11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
ANKARA
Li Balafirgeha Diyarbekirê di navbera 1 û 30ê gulanê de xebatên nûkirin û temîratê wê bên kirin. Ji ber vê di navbera saet 11.00 û 14.00an de seferên balafiran wê neyên kirin.
Li gor daxuyaniya Saziya Meydanên Hewayê ya Dewletê Balafirgeha Diyarbekirê wê di navbera 1 û 30ê gulanê de bê temîrkirin. Ji ber xebatên temîrê seferên balafiran wê di navbera saet 11.00 û 14.00an de neyên kirin.
Ji bo van xebatan hemû tevdîr hatin dîtin.
Ji şirketên rêhewayê re nivîsek hat şandin û hat gotin ku bila seferên balafiran li gor vê bên kirin ku rêwî zehmetiyê nekişînin.