BARTIN
Li Amasraya navçeya Bartinê di xizneya komirê ya taybet de dema ku galerî dihat vekirin xizne tep bû û 3 xebatkar di bin axê de man. Xebatkarekî ji Çînê hat xilaskirin lê belê 2 xebatkarên din hê di bin axê de ne. Ji bo xilaskirina wan kesan xebat dewam dikin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di xizneya ku li tanga gundê Tarlaagziya li ser navçeyê dema ku galerî vedikrin xizne tep bû û 3 xebatkar di bin axê de man.
Shouping Sunê (40) ji Çînê bi destê hevalên xwe hat xilaskirin, ekîbên tendirustiyên yên acîl li cihê bûyerê mudaxeleyî Sun kirin û paşê jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê kirin.
Ji bo xilaskirina Maoshun Yang (38) û Shouje Sun (37) ên ku hê di bin axê de ne xebat dewam dikin.
Waliyê Bartinê Seyfettîn Azîzoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ber destê sibê xeber hildane û li gor agahiyên ewil xebatkarek sax hatiye xilaskirin û ji bo 2 xebatkarên ku di bin axê de mane jî xebat dewam dikin.