ANKARA
Anadolu Agency (AA) pêşbaziya wêneyan a navneteweyî ya bi navê "Istanbul Photo Awards"ê çêdike. Ji bo "Istanbul Photo Awards"ê serlêdanê dest pê kir.
AA di çarçoveya vizyona xwe sala 100emîn de pêşbaziyeke navneteweyî çêdike.
Serlêdanên pêşbaziyê wê li ser navnîşana http://istanbulphotoawards.comê bên kirin û heta 31ê çileya paşîna 2015an dewam bike. Wê merasima xelatdayînê jî di nîsana 2015an de li Stenbolê were kirin. Di pêşbaziyê de wê di 4 beşan de û yek jî xelata juriyan bi tevahî 58 hezar dolar xelat were dayîn. Di her beşan de wê yên yekemîn 8 hezar, yên duyemîn 3 hezar û yên sêyemîn jî hezar û pêncsed dolar xelat wergirin.
Di juriya pêşbaziyê de ji Tîmeyê Alice Gabriner, ji Sternê Harald Menk, ji Getty Imagesê Georges Dekeerle, ji AFPyê Michel Scotto, nûçegihanên wêneyê yên xwediyê xelata World Pressê Guillaume Herbaut vû Yuri Kozirev, nûçegihanê şer Patrick Chauvel, xwediyê xelata Pulitzerê Liu Heung Shing û Dehêrnerê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê Anadolu Agencyê Ahmet Selê cî bigirin.