BATMAN
Li gor agahiyan li gundê Karpûzliyê, Huseyîn Bozkûrtaca (9) nêzîkî malê dileyîst û ji nişka ve wenda bû. Malbat û xizmên wî li vê yekê hay bûn û lê geriyan. Malbatê cenazê lawê xwe di qanala avê de dît. Ji bo otopsiyê cenazê Bozkûrtaca şandin Navenda Edlî Tipa Diyarbekirê.
Hasan Kalkanê (22) ji gundê Çayonu jî ji bo hênikbûnê ket delavê û piştî demekê wenda bû.
Li ser vê yekê hevalên Kalkan malbata wî agahdar kirin. Birayê wî Engîn Kalkan dema ku çû ber delavê rastî laşê birayê xwe bû.
Ji bo otopsiyê cenaze şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozlûkê, piştî otopsiyê cenaze hatin definkirin.