Önder Beyter
19 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2017
BATMAN
Li Kozluka navçeya Batmanê xelkê gundên li rexê Gola Bendava Xerzanê ya ku di 2012an da li ser Ava Yanarsuyê hat damezirandin, bi derfetên xwe kelekan çêdikin û li ser gola bendavê tûran li dar dixin.
Kesên ku beşdarî tûrê dibin li ser golê heya sînorê Bitlîsê seyahetê dikin û li gundên li rex avê Norşîn, Yenîdogan, Akçakişla, Yazili, Koselî, Kusket û Damarliyê digerin û temaşeyî xweşikahî û sipehîtiya deverê dikin.
Tuncay Yildiz motora tekneyan monteyî kelekê ku berhemê wî ye, kiriye û pê tûran li dar dixe. Yildiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew her kesî vedixwîne da ku bên dîtina xweşikahiya herêmê û herwiha got ku destpêka tûra wan Gola Bendava Xerzanê ya li navçeya Kozlukê ye û dawiya tûrê jî diçe heya Mûtkiya navçeya Bitlîsê.
- "Çi kêşeyeke ewlekariyê nîne"
Yildiz destnîşan kir ku kesên tevlî tûrê dibin, dikarin gundên li rexê avê jî bibînin û wiha dewam kir, "Mêvanên me ji gundan berhemên organîk dikirin. Wê derfetê bi dest dixin ku xweşikahî û sipehîtiya xwezayê bibînin. Li vir çi kêşeyeke ewlekariyê nîne. Herwisa erdnîgariya vir jî pir baş e."
Mamoste Pinar Barlika ku li herêmê 4 sal e dixebite û beşdarî tûrê bû, destnîşan kir ku li herêmê ciyên pir xweşik hene, lê kêmasî jî heye ku danasîna wê baş nayê kirin.