ANKARA - ADEM BALTA - HAYDAR ŞAHÎN
Serokê Saziya Dîroka Tirkan (TTK) Prof. Dr. Mehmet Metîn Hulagu got: "Di zanîngehan de vekirina beşa Dîroka Kurdan di destê Saziya Hîndekariya Bilind de ye. Biryara vî karî di destê min de nîne. Lêbelê li gorî me divê ev beş bên vekirin. Çawa ku bi zimanê kurdî weşangeriyê dikin, dikarin bi vî awayî beşê jî vekin û çand û dewlemendiya dîroka kurdan jî bi cih bikin."
Saziya Dîroka Tirkan ji vebûyîna xwe vir de cara ewilîn sempozyûmeke bi navê "Di Dîrokê de Tirk û Kurd" li dar dixe. Sempozyûm navneteweyî ye û dê di 9 û 10ê çileya paşîna 2014an de were lidarxistin. Serokê Saziya Dîroka Tirkan Prof. Dr. Mehmet Metîn Hulagu beriya sempozyûmê sualên nûçegihanê AAyê bersivand û got ku divê di zanîngehan de beşa Dîroka Kurdan bê vekirin.
Hulagu bal kişand ser weşangeriya kurdî (TRT6 û AA) û wiha got: "Çima hûn bi zimanê kurdi weşangeriyê dikin, ma hûnê çima nexwezin Dîroka Kurdan, çanda wan, dewlendiya kurdan dernekeve holê. Heke ku em li ser dîroka Tirkiyeyê lêkolînan dikin dibe beşa Dîroka Kurdan jî bê vekirin. Lewra hûn nikarin rastiyê veşêrin. Niha tiştekî wiha jî heye; di dîrokê de her du gel mîna xwîn û goşt bi hev re jîyane, bi hev re ketine têkoşînê û bextê xwe xistine yek, hûn nikarên bêjin kurd tunene."
- "Li gorî qanûnê lêkolînên li ser dîroka Tirkiyeyê wezîfeya me ye"
Hulagu qala sedema lidarxistina sempozyûmê kir û wiha axivî:
"Li gorî qanûnê lêkolînên li ser dîroka tirkan û Tirkiyeyê wezîfeya Saziya Dîroka Tirkan e. Ji ber vê jî divê em li ser dîroka tirkan û Tirkiyeyê lêkolînên zanistî bikin û weşangeriyê bikin. Gava ku em li ser dîroka Tirkiyeyê dixebitin em dinihêrin ku vê dîrokê de kurd jî hene. Kurd welatiyên me ne. Em bi hev re jîyane. Qanûn ji me re dibêje hûnê li ser diroka Tirkiyeyê lêkolînan bikin. Wê çaxê em mecbur in ku li ser kurdan jî lêkolîna bikin. Em jî gor qanûnê tevgeriyan û em dixebitin ku sempozyûma "Di Dîrokê de Tirk û Kurd" li dar xin."
Hulagu diyar kir ku ji welêt û ji derveyê welêt endamên akademiyê dixwazin ku beşdarî sempozyûmê bin û wiga got: "Endamên akademiyê yên ji bakurê Iraqê jî dê beşdar bibin. Heta niha bi qasî 100 kesî ji bo sempozyûmê serî lêda. Ji bo sempozyûmekê 100 kes zehf zêde ye. Em ê ji 100 kesî hinekan hilbijêrin. Lewra em dixwazin ku ev sepozyûm bila bi tenê akademîk be û lêkolînên zanistî bên pêşkêşkirin. Em li vir siyasetê nakin, em li ser dîrokê dixebitin. Em di vê sempozyûmê de şîroveyê naxwazin em dixwazin ku hemû kes bi agahî û belgeyên zanistî biaxive."
Hulagu li ser projeyên xwe yê ku di pêşerojê de bên lidarxistin axivî û diyar kir ku tevgera TTKyê hela hê li gor 1950 û 1960an e û hê xwe negihandiye sala 2013an, ew li ser dixebitin ku ji vir şûnde saziyê bi teknolojiyê ve li gor wexta niha amade bikin.
Hulagu got dixwazin ku dîroka tirkan bi fîlm û belgefîlman ve bigihînin gel û wiha axivî: "Mirov êdî tiştên dîtbar dixwazin. Ji xwendinê zêdetir fîlman û rêzefîlman temaşa dikin. Divê em jî di wan qadan de xebatan bikin. Bêguman pirtukên dîsa werin weşandin lê divê em dîroka xwe bikine fîlm jî."
Hulagu ragihand ku mirov ji xwendinê zêdetir temaşakirinê tercîh dikin û ji ber vê yekê jî dixwazin ku dîroka tirkan bi fîlm û belgefîlman ve bigîhînin mirovan lê belê hewceyan wan bi senaristan heye û ji bo vê jî yê kursa senaryoyê vekin.
Hulagu eşkere kir ku ji bo akademîsyenan kursên zimanan jî vekirine û wiha got: "Me kursên zamanan vekirin. Îbranîkî, ermenîkî, osmanî, erebî. Niha jî em dixwazin ku kursên fransî, yewnanî û bulgarî vekin."
Hulagu destnîşan kir gava ku hewce be dikarin kursa kurdî jî vekin û wiha got: "Gava ku erebî, farsî û ermenîkî tê vekirin kurdî çima neyê vekirin. Ku hewce bike em ê wê jî vekin, hewce nebe em çima vekin. Hema bila daxwaz hebe."
Hulagu diyar kir ku li ser projeya profîla dîrokvanên Tirkiyeyê dixebitin û axaftina xwe wiha domand:
"Em dixwazin ku profîla dîrokvanên Tirkiyeyê derxin. Li ser vê xebatên me hene. Der heqê wê de me bernameyeke komputirê da ser malpera xwe. Dema ku ev bername bixebite; li Tirkiyeyê çend dîrokvan hene? Mêr çiqas in jin çiqas in? çend hebê wan ziman dizanin? Li kîjan herêmê ne? Çiqas nivîs hene? Em ê van hemûyên bizanibin. Wê çaxê em ê bibin xwediyê îstatîstîkeke girîng."