ÎSTANBUL
Dozger Celal Karayê ku di Buroya Qaçaxtiyê û Narkotîkê ya girêdayî Serdozgeriya Komariyê ya Stenbolê de dixebite, duh lêpîrsin da destpêkirin. Di vê lêpirsînê de karsaz Reza Zerrab, kurê Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler, kurê Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan, Midûrê Giştî yê Banqeya Halkê Suleyman Aslanê ku hatibûn binçavkirin li navenda ewlekariyê ne û karên wan ê lêpirsînê hin didome. Hin kesên din û jina Midûrê Giştî yê Banqeya Halkê Suleyman Aslan jî duh êvarê hatin binçavkirin.
Ji ber îdiaya "Meşrûkirina pereyê reş", "Qaçaxtiya zêran", "Gendeliya wezîfedarên kamuyê" hejmara kesên hatin binçavkirin ji 50î derbas bû.
- Der barê Serokê Şaredariya Fatîhê Mustafa Demîr de îdia
Hat diyarkirin ku Serdozger Kara der barê Serokê Şaredariya Fatîhê Mustafa Demîr de jî ji ber sûcê "Dijî Qanûna Parastina Heyînên Siriştû û Çandî ya hejmara 2863an muxalefetkirinê" lêpîrsîn daye destpêkirin. Hat îdia kirin ku Demîr destûr daye ku "Xaneke kar ya dîrokî bibe otel", "Li ser rêya Marmararayê oteleke 3 qat bê çêkirin."
Dîsa hat ragihandin ku Serdozger Mehmet Yuzgeç jî ji bo Alî Agaoglu û hin kesên din lêpîrsin daye destpêkirin. Nehat eşkerekirin ku lêpirsîn ji bo çend kesan û ji ber kîjan sûcan e.