BÎTLÎS
Li Bidlîsê endamên PKKya rêxistina cihêxwaz êrîşî Fermandariya Cendirmeyên Hîzanê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, endamên rêxistina terorê bi tivingan êrîşî Fermandariya Cendirmeyên Hîzanê kirin.
Hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan wan li ser vê pevçûn derket, di pevçûnê de 6 leşker birîndar bûn, 6 terorîst mirin.
Birîndar bi firokeya leşkeriyê ve rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Tetwanê. Leşkerêkê ku rewşa wî giran e jî piştî midaxeleya ewil sewqî Wanê kirin.
Ji bo derdestkirina terorîstên ku revîn operasyoneke berfireh dan destpêkirin û firoke jî ji hewayê piştgiriyê didin operasyonê.