BATMAN
Li Batmanê hêzên ewlehiyê bombeyên ku di tirimbêla de qefaltin îmhe kirin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Ewlehiyê bi wesaîteke bizirx dan pey tirimbêleke ku jê ketin şikê. Piştî teqîbatê şofêr wesayîta xwe li taxa Yeşîltepeyê di nav zeviya lazûtan de hişt û revî.
Di wesayîtê de teqemenî û bombe hatin dîtin û bi destê tîmên ewlehiyê hatin îmhekirin.
Wek mayîn di tirimbêlê de rokêtavêj, biksî, 2 çekên lûledirêj û gelek fişek jî hatin qefaltin.
Ji bo qefaltina şofêr xebat dan destpêkirin û xwediyê wesayîtê avêtin nezaretê.