09 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2021
Li Bidlîsê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 100 kîlogram amonyum nîtrata ku teqemenî pê tê çêkirin hat îmhekirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Bitlîsê da hat gotin ku ji Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê ra xeber hat ku li çiyayê gundê Harmanyeriya ser navendê, alavên jiyanê û teqemeniyê yên ku mensûbên rêxistina terorê di erdê da veşartine, hene.
Li ser wê agahiyê duh ji bo dîtin û berterefkirina endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz û îmhekirina stargeh, baregeh û embarên bi kar anîne operasyon hat kirin.
Hat gotin ku di operasyonên li çiyayê gundê Harmanyeriyê hat kirin da 100 kîlogram amonyum nîtrata bi naylonê hatiye pêçan, 20 pîlên çar çarkî, 2 aku û 36 kîlo jî rûnê avî hat bidestxistin.
Amûrên wek delîl tên hesibandin jî li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Bitlîsê hatin cihêkirin û amûrên din ên bidestketî jî hatin îmhekirin.