Uğur Ulu,Sergen Sezgin,Mustafa Bikeç
01 Gulan 2023•Rojanekirin: 01 Gulan 2023
Li Bursayê otobêsa gerê ya ku xwendekar tê da bûn welgeriya, 3 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.
Otobêsa Metropol Turîzmê ya ku plaqeya wê 06 BFV 850 ya ji Çanakkaleyê diçû Enqereyê li navçeya Înegolê Taxa Şehîtlerê bariyerên devê rê qelibî û welgeriya.
Di qezayê da şofêr û 2 xwendekar mirin, 44 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Waliyê Bursayê Yakup Canbolat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî qezayê ekîb çûne cihê bûyerê û wiha axivî: "Otobêsa ku tê da xwendekarên Dibistana Navîn ya Enqere Etîmesgut Cenk Yakinê hebû ji ber ku li bariyeran qelibî welgeriya. Li gor agahiyên ewil 3 kes mirin."
Canbolatê li cihê qezayê lêkolîn kir got 6 otobês ji bo gerê çûne Çanakkaleyê, lê rêya vegerê da otobêsekê qeza kiriye û wiha dewam kir: "Di otobêsê da 47 kes hene. Ji wan 3 kes mamoste, 2 kes şofêr, 6 kes zarokên mamosteyan in. Mixabin şofêr û 2 xwendekar mirin. Rewşa zarokên birîndar baş xuya dike."