İbrahim Atmaca
07 Adar 2021•Rojanekirin: 08 Adar 2021
Li ser rêya ku Kanîreş û Yedîsuya navçeyên Bîngolê bi hev va girê dide şepe ket û rê hat girtin.
Li texma gundê Kaynarpinarê ya ser rêya Kanîreş-Yedîsuyê dema ku kamyonetek derbas dibû, şepe rabû.
Piştî ku şepe ket, rê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên rêbejan sewqî herêmê kirin û ji bo vekirina rê ekîban xebat da destpêkirin.