İbrahim Atmaca
07 Adar 2021•Rojanekirin: 08 Adar 2021
Li Midyada navçeya Mêrdînê weke bersiva gotina "Stop Erdogan" ku li New Yorka bajarê Amerîkayê bi panoya reklamê va kirin, li ser ekranên LED dîtbariya "Love Erdogan" hat nivîsandin.
Îlana "Stop Erdogan" ku li New Yorkê bi îmzeya "Silenced Turkey"ê hat weşandin, li Midyada navçeya Mêrdînê rastî bertekê hat.
Bi telîmata Şaredar Veysî Şahîn weke bersiva gotina "Stop Erdogan" li ser ekranên LEDê yên li navçeyê bi Tirkî, Erebî, Kurdî, Suryanîkî û Îngilizî dîtbariya "Love Erdogan" yanî "Ez ji Erdogan hez dikim" hat weşandin.
Şêniyên Midyadê dîtbariyên ser panoyên reklamê yên LEDê ecibandin.