Haydar Şahin
18 Tebax 2019•Rojanekirin: 19 Tebax 2019
Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê 330 koçberên bêdestûr ên hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Midîliya girava Yewnanistanê bibin hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Ewlekariya Peravê yên li dewriyeya herêma Egeya Bakur digeriyan duh bi şe hetanî ber destê sibê 7 operasyon kirin û di operasyonan da 330 koçberên bêdestûr ên welatiyê Efxanistan, Sûriye û Filistînê yên hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Midîliya girava Yewnanistanê bibin derdest kirin.
Koçberên bêdestûr ên hatin derdestkirin bi botan anîn qereqola ewlekariya peravê ya li bajaroka Kuçukkuyuyê.
Piştî ku koçberên bêdestûr ji kontrola tenduristiyê derbas kirin teslîmî Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin.