16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê 163 kesên biyanî yên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Mîdiliya girava Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê ji bo pêşîlêbirîna çûyîn û hatina qaçaxan bênavber dixebitin. Ekîban li perava gundê Ahmetçeyê, gundê Behramkaleyê û tanga Çemê Bîberê operasyon kirin.
Di operayonê da 163 kesên welatiyê Sûriyeyê yên ku di nav wan da jin û zarok jî hene hatin girtin.
163 biyanî birin Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê û pîştî karûbarên fermî yê wana teslîmî Navenda Paşdaşandina Biyaniyan bikin.