Mehmet Emin Gürbüz
18 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2026
Di rêbejaya D-100ê da li devera Çiyayê Boluyê berf dibare.
Di rêbejaya D-100ê da ya ku di navbera Enqere û Stenbolê da guzergeheke giring e, li devera Çiyayê Boluyê berfeke zêde dibare.
Ji bo ku rê neyê girtin, ekîbên rêbejayê berfê vedirojin û rê xwê dikin.
Ekîbên trafîqê jî ji ajokaran xwestin ku bêyî tekerên zivistanê dernekevin rê û her wiha taqoz û halet bira di wesayîtên wan da hebin.
Ekîban ji xeynî van ajokar hişyar kirin ku ji ber barîna berfê di mijara mesafeya di navberê da û leza zêde da baldar bin.